Gebete

Morgengebet / Duwa Sibê

Amîn amîn xwedê tibarek li dîn
Tifaqe li tifaqîn
Xwedê esil xaliqîn.

Bi hîmeta melek şemsedîn Amadîn,Babadîn,Nasirdîn,
Sicadîn,melek Fexredîn
şêşims li ser qeweta me û dîn
Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn
Ya xwedê tu derê xêra veke, derê era wergerîn.

Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî
Nûr bû ji nûrê tifiqî
Siphan ji te ya xaliqî.

Ji malê hetanî malê,şêşimse xwedanê sêqalê
Dest û damanê şêşims nabirim ji xeyalê.

Ji derecê hetanî derecê şêşimse xwedanê ferecê
dest û damanên şêşims
Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê.

Ji sitûnê hetanî sitûnê
Çil mifte heye li derê Xizînê
şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.

Ji çavan hetanî devî, mora şêşims lê dikevî Mora melika germe, nahêlê tû binivî.

Ji serî hetanî bêye piya ya şêşims te em danîne devê riya
Dîndara xwedê û şêşims em nabirin ji hêviya.

Ya şêşims te em xwestine ser vê xilmetê
Li me vekî dergehê rahmetê
Ronahiyekê bidî ber dilê me û çendî sinetê.

Sinet ku sinete,zebûnî kêm taqat e
Me bi xwedê û şêşims î bi niyet e

Sunî kû sunîne,zebûnî ji bandî ne
Em ji xwedê û şêşims bi hêvî ne

şêşimsê me yî nûrîn e Li ser kursiya zêrî ne
Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne
Ewe vedike derê hemû birîna
Sed xweziya mine bi wî be
şêşims bidê û jê nestî ne
Wê zor dereca ragihîne.k li dîn Tifaqe li tifaqîn Xwedê esil xaliqîn.

Bi hîmeta melek şemsedîn Amadîn,Babadîn,Nasirdîn, Sicadîn,melek Fexredîn şêşims li ser qeweta me û dîn Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn Ya xwedê tu derê xêra veke, derê era wergerîn.
Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî Nûr bû ji nûrê tifiqî Siphan ji te ya xaliqî.
Ji malê hetanî malê,şêşimse xwedanê sêqalê Dest û damanê şêşims nabirim ji xeyalê.
Ji derecê hetanî derecê şêşimse xwedanê ferecê dest û damanên şêşims Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê.
Ji sitûnê hetanî sitûnê Çil mifte heye li derê Xizînê şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.
Ji çavan hetanî devî, mora şêşims lê dikevî Mora melika germe, nahêlê tû binivî. Ji serî hetanî bêye piya ya şêşims te em danîne devê riya Dîndara xwedê û şêşims em nabirin ji hêviya.
Ya şêşims te em xwestine ser vê xilmetê Li me vekî dergehê rahmetê Ronahiyekê bidî ber dilê me û çendî sinetê.
Sinet ku sinete,zebûnî kêm taqat e Me bi xwedê û şêşims î bi niyet e Sunî kû sunîne,zebûnî ji bandî ne Em ji xwedê û şêşims bi hêvî ne şêşimsê me yî nûrîn e Li ser kursiya zêrî ne Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne Ewe vedike derê hemû birîna Sed xweziya mine bi wî be şêşims bidê û jê nestî ne Wê zor dereca ragihîne.

Mittags Gebet / Duwa Nîvro

Ya rebî tu bidî xatirê sitûna erd û ezman
Leyl û leyletil qedrê suretil rahman
Û sunetê virêkey han

Ya rebî tu bidî xatirê gayê binê din ê
Û masiyê bi tenê kerema xwedanê xîveta veday,
ser girê kela dengiz ê
Ya rebî tu bo me û sunetê bi rêkî,
dewrêşê runiştî li kafa zimzim ê

Ya rebî tu bidî xatriê sira çêbuyî li nav mêr a
Li xewlexanê de
Yê xwe kiriye pisê şêxadî di mixarê de
Yarebî tu me û sinetxanê xilas bikî
Ji gunehê me kirî,li gel dê û bavê de

Ya rebî tu bidî xatirê melek şêsin ê
Adî ye Yê serê xwe daye pêxama sinetê ye
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî rêsqekî,
ji xizna xwe a jorî ye

Ya rebî tu bidî xatirê şêxê sunet ê
Û çend xas û mominê bo te dikin xizmet ê
Ya rebî tu bo me û sinetê bi rêkî risqekî,
ji xezîna xwe a qudretê
Ya rebî tu pirsiyareke xêrê li halê me û sinetê bikî ye

Ya rebî tu bidî xatirê mêrê bi duwa yê
Kerema berê reş li kabe yê
Ya rebî me û sinetxanê xelaskî ji,
qeda û bela yê

Ya rebî tu bidî xatirê siwar ê
Bûyî nîveka roj ê
Hatî ji şerqê çûye xerb ê
Ya rebî tu me ji guneha xilas bikî û çendî sinet ê

Ya rebî tu bidî xatirê sira her çar gila
Kerema her heft meleka
Ya rebî tiştê ji te dixwazim dîn û îmane û dewlete

Ya rebî tu bidî xatirê şev û rojê û buhuştê û doj ê
Ya rebî tu me û sinetê vexwînî
Dîwana xas û mominetê jorê
Ya rebî her û her her tuyî

Abends Gebet / Duwa Êvarê

Ya siwarê rojhilatê, rojava yê

Hûn bidene xatira dotê û dayê
Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê
Hûn bidene xatira kaniya sipî yê
Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê carê

Hûn bidene xatira erş û kursî
Gay û masî
Heyat li kursî
Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî

Hûn bidene xatira lewh û qelem e
Hewa û Adem e
ya rabî tu li bang û hawara me were
Li hemû çaxa û li hemû dem a
Ya Şêşims tu pirsiyarekê li halê me û hazira bik e

Hûn bidene xatira çerxan û felekan
Horiyan û melekan
Sira Tawsî Melek û çarde tebeqan
Ya Şê?ims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike

Hûn bidine xatira buhiştê û dar ê
Kafê û mixar ê
Sira Êzî û Bêtil Far ê
Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike vê car ê

Hûn bidene xatira dira spî ye
Melekê bêrî ye
Sira Êzî ye
Ya Şêşims li dîwana siltan Şêxadî
Tu bo mala xwe û me jî bikî hêvî ye

Hûn bidene xatira dira sor e
Êzdîne mîr e
Qubletil bidor e
Ya Şêşims bang û hawarên me bi melekê jor e

Hûn bidene xatira dira zer e
Ax û av û agir e
Erd û ezman û ber e
Êzdîne mîr û her çar sir e
Ya Şêşims tu li banga mala xwe û me jî wer e

Hûn bidene xatira sûka marîfet ê
Mêrê li ber bedlê diket xilmet ê
Derwêşê şev û roj diket ebadet ê
Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayên axiret ê
Ya Şêşims tu meferiyeke mala xwe û me jî bike vê carê

Hûn bidene xatira kursiya rehman a
Melekî can a
Behra qudsî suphana,nefesê cana bin can a
Ya Şêşims me ji te divê dîn û îmana

Hûn bidene xatira Cibrayîl, Ezrayîl, Mîkayîl Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
Her heft melekên mezin, di destî de mifte û kilîl

Ew jî wê li ber hizreta melekê celîl Hûn bidine xatira cebrayîl,Ezrayîl,Mîkayîl, Şifqayîl,
Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl
Di destên wan de, mifte û kilîl
Li hizreta melekê celîl

Ya Şêşims tu meferî,tu xaliqê meyî her û herî
Ti risqa didî û risqa dibî
Ya Şêşims ji te dixwazim sebir û nas
Me yek heya dereca îman ê
Tu me xilas bike ji bêbextî yê.
Ji me Êzdiyan re kilîl û mifte bîn e

Li me veke dergehê xezîn ê
Hawara me ve bê, vê carê xwedanê Hekar ê